Artêşa Tirk li başûrê Idilbê du cihên leşkerî yên nû ava kirin

Artêşa Tirk a dagirker di nava du rojan de li gundewarê başûrê Idlibê du cihên leşkerî ava kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên mirovan ragihand ku artêşa Tirk cihekî leşkerî ya nû li bajaroka El-Bar ya li herêma Cebel El-Zewiyê ya li başûrê Idlibê ava kir.

Ji bo kontrolkirina rêya M4 ya navnetewî, duh artêşa Tirk li gundê Dêr Sunbul ya li herêma Cebel El-Zewiyê cihek ava kir.

Çavdêriyê da zanîn ku hejmara nuqteyan ku artêşa Tirk li herêma Idlibê avakirine, gihêşt 70’yî.

Hêzên hikumeta Şamê derdora cihên artêşa Tirk topbaran kir

Li aliyê din çavdêriyê ragihand ku Îro hêzên hikumeta Şamê derdora nuqteya artêşa Tirk ya li rojavayê Bajarê Seraqibê topbaran kir.

Çavdêriyê eşkere kir ku çeteyan du endamên hêzên hikumetê li eniya Sehil El-Xab ya li gundewarê bakurê Hemayê kuştin.

Back to top button