Li Tûnisê diyalogên aliyên Lîbyayê pêk tên

Piştî Cinêvê, vê carê li Tûnisê diyalogên aliyên Lîbyayê pêk tên.
Serokomarê Tûnisê Qeys Seîd bang kir ku Lîbyayî bi xwe aloziya li welatê xwe çareser bikin.
Neteweyên Yekbûyî jî bang li Lîbîyan kir ku li gorî berjewendiyên Lîbyayê tevbigerin.

Îro duşemê, li Tûnisê diyaloga siyasî ya aliyên Lîbî bi serpereştiyeke navdewletî destpê kir.

Di van diyalogan de 75 kesayetên Lîbî ji gelek deverên Lîbyayê beşdar bûn, ev kesayet ji aliyê şandeya Netewên Yekbûyî ya ji bo Lîbyayê hatibûn vexwendin.

Serokomarê Tûnisê Qeys Seîd, Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî António Guterres û Nûnera Netewên Yekbûyî ya ji bo Lîbyayê Stephanie Williams beşdarî civînê bûn.

Qeys Seîd: Ger ne bi destê Lîbiyan bixwe be wê ti çareserî pêk neyê

Di civînê de, Serokomarê Tûnisê Qeys Seîd axivî û diyar kir ku wê Lîbî tişta bira li cem birayê xwe dibîne, wê li Tûnisê bibînin.

Qeys Seîd banga nedestwerdana aliyên derve di aloziya Lîbayê de kir û got ku ger ne bi destê Lîbiyan bixwe be wê ti çareserî li welêt pêk neyê.

Guterres: Divê Lîbî li gorî berjewendiyên xwe tevbigerin

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî António Guterres jî di axaftina xwe de bang li Lîbiyan kir li gorî berjewendiya giştî ya Lîbyayê tevbigerin.

Derbarê rawestandina şandina çekan ber Lîbyayê ve, António Guterres got ku divê xebat dewam bkin.

Stephanie Williams: Armanca diyaloga li Tûnisê bidawîbûna şer e

Nûnera Netewên Yekbûyî ya ji bo Lîbyayê Stephanie Williams jî di civînê de axivî û spasî da serokomarê Tûnisê li ser beşdarbûna wî di diyalogên aliyên Lîbî de û piştgiriya wî ji şandeya Netewên Yekbûyî ya ji bo Lîbyayê.

Stephanie Williams got ku armanca diyalogên li Tûnisê bidawîbûna şer û parçebûna li Lîbyayê ye.

Tê payîn ku diyalogên aliyên Lîbî li Tûnisê 6 rojan dewam bike, ku wê tê de mekanîzmeya bijartina encûmena serokatiyê û avakirina hikûmeta nû werin nîqaşkirin

Di 23’ê meha çûyî de, Komîteya Leşkerî ya Lîbî ya Hevbeş li Cinêvê bi serperşetiyeke navdewletî rûniştinên xwe bi dawî kirin ku tê de li ser agirbestekê û derxistina çeteyên biyanî ji Lîbyayê li hev kiribûn.

Back to top button