BERXWEDANA LEYLA GUVEN DI ROJA 105’AN DE DEWAM DIKE

Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a bi armanca tecrîdkirina Rêber Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiriye, di roja 105’an de ye.

Piştgiriya bi çalakgerên greva birçîbûnê re jî bi çalakiyên cuda her roj xurtir dibe.

Di heman demê de girtiyên greva birçîbûnê jî name şandin û gotin:

Em ê berxwedanê di asta herî jor de bidomînin.

Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a bi armanca tecrîdkirina Rêber Ocalan bi dawî bibe ku di 8 mijdara 2018 an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiriye, di roja 105’an de ye.

Leyla Guven tevî hemû zehmetiyan jî di dewama çalakiya xwe de heta pêkanîna armanca çalakiya xwe bi biryar e.

HUNERMENDÊN JIN: BERXWEDANA LEYLA BERXWEDANA ME YE

Her diçe piştevanî û serdanên ji bo çalakiya Guvenê jî zêde dibin.

Gelek hunermend, sînemager û şanogerên jin li mala Guvenê serdana wê kirin.

Di dema serdanê de Mizgîn Tahir û Ozlem Gerçek ji bo Leyla Guven stran gotin.

BILA DENGÊ STRANÊ BIHERIKE

5 BERXWEDÊRÊN GIRTÎ: ROJÊN XWEŞ LI PÊŞIYA ME NE

Berxwedana çalakgerên zindanan jî tevî rewşa wan a zehmet berdewam dike.

Ji çend girtîgehên cuda nameyên dewama berxwedaniyê ji çalakgerên greva birçîbûnê hatin.

Pênc girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa T a Amedê 46 roj in di greva birçîbûnê de ne, nameyek şandin

Girtiyan di nameya xwe gotin,

“Di dawiya vê rêwîtiyê de rojên xweş hene ku li benda me ne.”

GIRTIYÊN DI GREVÊ DE: EM Ê BERXWEDANÊ DI ASTA HERÎ JOR DE BIDOMÎNIN

Her wiha Girtî Zerdeşt Odûncû yê ku 66 rojin di greva birçîbûnê de ye û berê jî bi heman armancê agir berdabû bedana xwe, bi rêya malbatê peyam şand

Zerdeşt di nameya xwe de wiha got:

Em ê berxwedana xwe di asta herî jor de bidomînin.”

Metîn Serhat jî ku li Girtîgeha Xarpêtê 67 roj in di greva birçîbûnê de ye, rewşa girtigehan rave kir û diyar kir ku heta niha ji xeynî lîmon û şekir tiştek nehatiye dayîn û got:

Em ê tecrîdê bişikînin.

Leave a Reply

Back to top button