
Serokkomarê Tirk Erdogan, îstifaya zavayê xwe û Wezîrê Aborî û Darayî Berat Albayrak erê kir.
Piştî bêdengiya 27 saetan a hikûmeta Tirkiye û koşka serokatiyê, ji Wezareta Peywendiyan a Serokkomariyê daxuyaniyek hate dayîn.
Wezaretê got:
“Di dawiya nirxandina serokkomariyê de, daxwaza istifaya Wezîrê Aborî û Darayiyê Berat Albayrak erê kir.”
Erdogan li şûna wî, parlamenterê AKP’ê Lutfî Elvan erkdar kir.
Zavayê Erdogan Albayrak ê ji bo Wezareta Darayî hatibû erkdarkirin, şeva 8’ê Mijdarê li ser hesabê xwe ye Instagramê îstifaya xwe ragihand û ev yek bi sedemên tenduristiyê ve girêda.