Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êrîşî gundê Ebdik Sexîr yê li rojavayê kantona Girê Spî ya dagirkirî kir.
Artêşa dagirker piştî nîvê şeva borî, gundê Ebdik ê Girê Spî da ber topan.
Hate ragihandin ku bombebaran li hemberî malên sivîlan û nuqteyên hêzên hikumeta Şamê hatiye kirin.
Artêşa Tirk a dagirker her wiha duh piştî nîvro jî gundên Um Hermel, Metmûra, Bisês, Dada Edal û Sefa yên Bakurê navçeya Zirganê topbaran kirin.
Di êrîşan de, jîngehên sivîlan hatin armanckirin.
Li Şehbayê jî, duh gundên Eyn Deqne û Bêlûniyê yên herêma Şehbayê bûn armanca êrîşên dagirkeriyê.