Partî û çalakvanên başûr banga diyalogê li aliyan dikin

Roj bi roj, pêla nerazîbûnan li dijî siyaseta PDK’ê ya şerxwaz bilintir dibe. Parlamenterê YNK’ê Balambu Mihemed, Serokê Koma Azadî Mihyedîn Hesen û çalakvanên civaka sivîl ên herêma Germiyanê banga levrûniştin û diyalogê li aliyên Kurdî kir.

Roj bi roj dengê Kurdan li her derê li dijî hewldanên PDK’ê yên gurkirin û rûdana şerê navxweyî bilindtir dibe..

Parlamenterê YNK’ê Balambu Mihemed der barê hewldanên derxistina şerê navxweyî de ji Ajansa Nûçeyan “Roj News”ê re axivî û da xuyakirin ku hin hêz û kesayetên Kurdî, li şûna berjewendiyên neteweyî biprêzin; li pey berjewendiyên kesayetî tenê ketine.

Balambu Mihemed diyar kir ku, divê hêzên siyasî yên Kurdî digel hev rûnin û guftûgoyê bikin.

Serokê Koma Azadî Mihyedîn Hesen jî girêdayî heman mijarê got:

“Divê partiyên Başûrê Kurdistanê li dijî vê rewşa aloz helwesta xwe bikin yek û berjewendiyên gelê Kurd bidin ber çavên xwe.

Eger ev yek nebe, dê statu û ezmûna herêmê di metirsiyê de be.”

Şêniyên navçeya Kelar a Germiyanê jî têkildarî siyaseta PDK’ê ya şerxwaziyê axivîn.

Çalakvanê Civaka Sivîl Hawkar Nesredîn anî zimên ku hilorkirina agirê şerê birakujiyê; tenê xizmetê bo dijmin, ne bo doza Kurdan dike.

Çalakvana Civaka Sivîl Sînor Ehmed jî destnîşan kir ku eger şerekî wiha derkeve, dê qeyrana aborî ya Başûr kûrtir bibe û ziyaneke giran bigihîje jin û zarokan.

Back to top button