“YE” gefa cezayan li astengdarên çareseriyê xwar

Piştî aloziya Lîbî hema bi ser hev de hat, Şandeya YE ya bo Lîbyayê kaxeza cezayan ji bo astengdarên danûstandinên Lîbî-Lîbî li ba kir, ku çi alî li pêşiya pêvajoya siyasî bibe kelem wê were cezakirin. Aliyên Afrîkî jî banga rakirina hikumeta Serac kir, weke gaveke çareseriyê.

Şandeya YE ya bo Lîbyayê pelika cezayan ji astengdarên danûstandinên Lîbî-Lîbî re li ba dike.

Ev yek di daxuyaniyeke hevbeş de ku şandeya YE li ser malpera xwe belav kiriye, hat.

Şandeyê kêfxweşiya xwe bi gavên erênî û wêrek ên vê dawiyê gelê Lîbî avêtine, anî ziman.

Şandeya YE teqezî li ser pêwstiya pêkanîna van gavan û xurtkirina wan kir, da encameke erênî ji foruma diyalogên siyasî ya Lîbî derkeve.

Daxuyaniya Yekîtiyê bi bîr xist ku ev fourm rewa ye û bi rêya wê dikarin li ser desthilateke rêvber a nû û yekker li hev bikin û rê li ber hilbijartinan vekin.

Her wekî li ser beşdariya jinê di pêvajoya aştiyê de jî hat teqezkirin ku ew ê piştgiriya xwe tam bidin jinê.

Şandeya Ewropî hişyarî da, ku çi aliyê dê keleman li pêşiya pêvajoyê derxîne, pereyên dewletê bidize û mafên mirovan binpê bike dê werin cezakirin.

Danûstandinên Lîbî Duşemê li Tûnisê dest pê kirin û heya 6 rojan dirêj dikin.

Bi serperiştiya NY, dê mekanîzmeya hilbijartina meclisa serokatiya nû û avakirina hikumeta nû were nîqaşkirin.

Aliyên afrîkî banga rakirina hikumeta Serac kir

Ji bo pêvajoya siyasî bigihêje serî jî, bangên rakirina serokê hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî Fayiz el-Serac hatin kirin.

Cîgirê serokê hevbendiya Afrîkaya Navîn bang li serok û rayedarên Afrîkî kir ku xwedî li Lîbyayê derkevin û civînekê ji bo hikumeta demekî li dar bixin.

Li gorî berpirsê Afrîkî, divê aliyên Afrîkayê bi wezareta derve ya hikumeta demkî re alîkar bin û diplomatên Serac rakin.

Berpirs teqez kir ku dewletên Afrîkî dikarin sînorên Lîbyayê jî biparêzin û nehêlin çete û terorîstê Tirkiye û Qeterê derbasî wê bibin.

Back to top button