ÇALAKIYA NASIR YAGIZ DI ROJA 92’AN DE YE

Berxwedan û çalakiyên greva birçîbûnê li başurê Kurdistanê jî berdewam dike.

Berxwedana endamê nûnertiya HDP’ê li başurê Kurdistanê Nasi Yagiz di roja 92’an de ye.

Her wiha çalakiya Fedîla Tok jî di roja 32’an de ye.

Çalakiya endamê nûnertiya HDP’ê ya li başurê Kurdistanê Nasir Yagiz di roja 92. de ye.

Tevî rewşa tendrustiya Yagiz ne başe jî lê dîsa bi israre çalakiya xwe dewam bike.

ÇALAKIYA FEDÎLA TOK DI ROJA 32’AN DE YE

Çalakiya li wargeha Mexmûrê jî di roja 67’an de ye û ji aliyê koma 23’an ve dewir hat girtin.

Di merasîma dewir girtinê de berdevkê koma 22’an Ezîz Kara axaftin kir û got:

Heta tecrîd ranebe û Rêber Apo azad nebe, em ê dest ji çalakiyê bernedin.

Di heman demê de çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger a Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok di roja 32’an de bi biryardarî dewam dike.

ÇALAKIYA LI BAJARÊ SILÊMANIYÊ DI ROJA 68’AN DE YE

Her wiha çalakiya li bajarê Silêmaniyê jî di roja 68’an de ye.

Çalakî duh ji aliyê koma 35’an ve hat dewr girtin.

Leave a Reply

Back to top button