Nakokiyên rûdayî dê bandorê li danûstandin û Rojava bi giştî bike

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî der barê danûstandinên Kurdî-Kurdî de da xuyakirin ku nakokiyên li Başûr rûdayî, dê bandorê li Rojava bi giştî bike. Ebdî anî ziman ku ji ber pirsgirêkên ewlehiyê, ew digel hikûmeta Şamê di nava têkiliyan de ne.

Hewldanên şerê navxweyî wê bandoreke mezin li diyalogên Kurdî-Kurdî bikin, ev bersiva Fermanadrê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bo rûdanên vê dawiyê bû.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî di hevpeyvînekê bi Malpera Monitor a Amerîkî re ev bersiv da.

Ebdî dibîne ku helbet Rojava wê ji aliyê Kurdên Sûriyê ve were birêvebirin û ew ne aliyekî pirsgirêkên navbera PKK û PDK’ê ne.

Lê li gorî Ebdî, ev nakokî wê gelekî bandorê li danûstandinên Yekîtiyê û Rojavayê Kurdistanê bi giştî bikin.

Li ser pirsa ku “ENKS bi israr e her tim qala PKK û bandora wê ya li danûstandinan, dike” Mezlûm Ebdî vê bersivê dide:

“Nabe tenê weke PKK’ê were diyarkirin, tenê binavkirina aliyekî şaş e.”

Eger ENKS Rêveberiyeke Xweser bixwaze wê pirsgirêk çareser bibe

Lê belê eger ENKS’ê rêveberiyeke xweser dixwaze, wê ev pirsgirêk were çareserkirin.”

Fermandarê Giştî yê QSD’ê dibîne wê bandora biserkeftina guftûgoyên digel ENKS’ê bandoreke erênî li têkiliyên wan û Tirkiyê jî bike û bibe sedema ku dijminatiya Kurdan rawestîne.

Di heman çarçoveyê de jî, Mezlûm Ebdî da xuyakirin ku pêvajoya danûstandinan, dûrî Rûsan bi pêş ve çû, Rûsan jî tevî ku ne parçeyekî vê gavê bûn, tiştekî neyînî bi rêya ragihandina xwe negihand me.

Ebdî got:

“Rûs me didehfînin ku bi hikûmeta Şamê re aştiyê pêk bînin.

Hikûmeta Şamê niha bo çareseriyê ne amade ye, ji ber nikare hişmendiya xwe ya Basîtiyê biguhêre, bi taybet eger mijar bibe Kurd!

Lê belê em pê re di nava têkiliyan de ne, ji ber em pev re pirsgirêkên ewlehiyê yên hevbeş dijîn.”

Back to top button