PDK bi berovajîkirina rastiyan ve dixwaze peymanê rewa bike

Wezîrê Hindir ê Başûrê Kurdistanê ragihand ku di civîna duh de YNK, Goran û partiyên din ên Başûrê Kurdistanê piştgirî dane peyman Şengalê. Parlementerên ku di civînê de amede bûn, daxuyaniya Wezîrê Hindir derewand û gotin: “Civin ne civîna piştgiriyê bû, tenê ji bo agahdarkirina peymana Şengalê bû û mijara piştgiriyê nebûye rojeva civîne.”

PDK û Wezîrê Hindir ê hikumeta Başûr, bi berovajîkirina rastiyan dixwazin peymana Şengalê ya xelkên herêmê li dijî wê ne, weke biryareke parlamena Başûr, rewa nîşan bidin.

Duh komîteya herêmên bi-nakok ji bo li ser rewşa dawî ya peymana Şengalê parlamena Başûrê Kurdisatnê agahdar bike, bi amedebûna Wezîrê Hûndir ê hikumetê re civiya.

Piştî civînê, Wezîrê Hindir ê Başûrê Kurdistanê Rêber Ehmed daxuyaniyek da û piştgiriya parlamenê ya li ser lihevkirina Bexda û Hewlêrê anî ziman.

Lê parlamenterên tevlî civînê bûne, ev yek red kir.

Endama komîteya parlamenê ya li ser bloka Tevgera Goran Şîrîn Emîn daxuyaniya Wezirê Hindir red kir û got;

“Me daxwaza Wezîrê Hindir kir da zelal bike, ji ber çi xelkê Şengalê di vê lihevkirinê de ne amade bûn.

Ji bo çi lihevkirin tenê li ser Şengalê bû û li ser Kerkûk û herêmên din lihevkirinek çênebûye”.

Li gorî Şîrîn Emîn, wezaretê hin xalên peymanê bi behaneya wê bandorê li lihevkirinê bike, ji wan re par ve nekirin.

Endameke din yê parlamenê yê li ser bloka Goran Mela Nasir jî diyar kir ku civîna duh tenê ji bo parvekirina agahiyan, ne ji bo bidestxistina piştgiriya parlamenê ya ji bo lihevkirina li ser Şengalê bû.

Parlamenterê serbixwe û endamê heman komîteyê Sîrwan Baban jî heman tişt anî ziman, ku di civînê de ti nîqaş li ser piştgiriyê çênebû.

Back to top button