Artêşa Tirk bajarokê Derkarê yê Zaxoyê topbaran kir

Rojane ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, êrîş li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê çêdibin û serê vê sibehê derdora bajarokê Derkarê ya Zaxoyê topbaran kir.

Îro saet 07.00’an; artêşa Tirk a dagirker ji çiyayên Bakurê Kurdistanê, derdora bajarokê Derkarê yê Zaxoya ser bi Dihokê ve, topbaran kir.

Der barê ziyanên topbaranê de, tu agahî heta niha bi dest neketine.

Li hember van êrîşan, him hikumeta Başûrê Kurdistanê, him jî ya Iraqê her bêdeng in û ev jî dihêle ku dewleta Tirk rojane êrîşên xwe zêdetir bike.

Back to top button