Endamê Hêzên Asayîşê Mehmûd Mehmûd hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên Qamişlo cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Mehmûd Mehmûd bi merasîmekê oxir kirin.

Endamê Hêzên Asayîşê Mehmûd Mehmûd di encama krîza dil de şehîd bû.

Bi sedan ji şêniyên bajarê Qamişlo ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd li goristana Şehîd Delîl Saroxan kom bûn û merasîmek hat lidarxistin.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Cewahir Osman axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Piştî axaftinê nasnameta şehîda hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd di nav slogan û tilîliyên dayikan de hate veşartin.

Back to top button