PALLADINO: JI BO VEKIŞÎNA HÊZÊN ME HÎNA DEM NE DIYARE

Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Emerîka Robert Palladino diyar kir ku ji bo vekişîna hêzên wan ji Sûrî hîna dem ne hatiye diyarkirin.

Robert Palladino di civîneke çapemeniyê de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Palladino got, ji bo vekişîna hêzên wan ji Sûriyê hîna dîrkek diyarkirî ne hatiye destnîşankirin.

Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Emerîka têkildarî avakirina herêmeke ji bo parastinê ser sînorê bakur-rojhilatê Sûrî û tirkiyê ku bi piştevaniy hêzên Ewropa û welatên Ereban ti agahî neda.

Robert Palladino li ser îdiayên rejîma Sûrî û Rûsya ku Emerîka weke parçekirina xaka welat dibîne jî anî ziman ku ti armancek wan ya wisan tineye.

Leave a Reply

Back to top button