Yekîtiya Ewropa: Em beşdarî konfransa Şamê ya derbarê penaberan de nabin

Berpirsê têkiliyên derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell îro ragihand ku ew beşdarî konfransa derbarê penaberên Sûrî nabin.

Josep Borrell îro da zanîn ku dewletên Yekîtiyê wê beşdarî konferansa navdewletî derbarê penaberan de nebin.

Konferans wê 11 û 12’ê Mijdarê li bajarê Şamê li dar bikeve.

Josep Borrell teqez kir ku ew bi xwe û wezîrên derve yên hejmareke dewletên Yekîtiyê ji aliyê hikûmeta Şamê ve hatin vexwendin, lê belê wê ti dewlet tevlî konfransê nebe.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya çend rojan Yekîtiya Ewropa cezayên nû li hikumeta Şamê birî û 8 wezîrên din ên hikumetê xistin lîsteya reş.

Yekîtiyê di Îlona borî de, 7 wezîrên hikumeta Şamê xistin lîsteya cezeyan a taybet bi yekîtiyê ve.

Back to top button