Li bajarokê Hecînê motorsikleteke bombebarkirî teqiya, gelek sivîl birîndar bûn

Îro, di encama teqîna motorsikleteke bombebarkirî de li bajarokê Hecînê gelek kes birîndar bûn.

Li gorî nûçeya ANHA’ê, li bajarokê Hecînê yê li rojhilatê Dêrazorê, dema erebeyek derbas dibû, motorsîkleta bombebarkirî teqiya.

Di encamê de çend kes birîndar bûn.

Hêzên ewlehiyê dest bi lêkolînê kir û di derbarê bûyerê de heya niha tu agahî nehatine eşkerekirin.

Back to top button