Dagirkeran di bin êşkenceyê de sivîlekî ji navçeya Şiyê kuşt

Li Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk kesekî ji gundê Tirmîşa yê Şiyê di bin êşkenceyê de kuştin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, çeteyan şêniyên bi navê Luqman Yûsif yê ji gundê Tirmîşa yê Şiyê di bin êşkenceyê de kuşt.

3’ê Îlona derbasbûyî, çeteyan Luqman bi tawanên ne rast revandibû û ew xist girtîgeha li gundê Maratê.

Hate zanîn ku çeteyan îro cenezayê Luqman radestî malbata wî kirin.

Çeteyan ji malbatê rê gotine ku Luqman ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye.

Dagirkeran ji navçeya Cindirêsê 3 sivîl revandin

Navenda belgekirina binpêkirinan li bakurê Sûriyê jî diyar kir ku 7’ê Mijdarê çeteyan sê sivîl ji gundê Kefer Sefrê yê Cindirêsê revandin.

Yek ji wan kesê bi navê Ebidrehaman Mistefa Elî ye.

Navendê eşkere kir ku ji destpêka vê mehê e dagirkeran 21 sivîl ji Efrîna dagirkirî revandine.

Back to top button