KCDK-E: Daxuyaniya Fransa gurkirina şerê navxweyî ye

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê diyar kir ku Fransa şerê nava Kurdan teşwîq dike û destekê dide lîstikên dewleta Tirk ên li ser herêmê.

Beriya niha Fransa bi daxuyaniyeke piştgirî dabû êrîşên dewleta Tirk ên li ser PKK’ê û piştgirî dabû hewldana PDK’ê yê derxistina şerê navxweyî.

KCKD-E bi daxuyaniyeke helwesta Fransayê şermezar kir û got:

“Daxuyaniya Wezareta Derve ya Fransayê daxuyaniyek arandî û ji bo gurkirina şerê Kurdî- Kurdî ye.

KCKD-E anî ziman ku ev daxuyanî tê wateya ku çavên xwe ji êrîşên Tirkiye yên bi destê çeteyên DAIŞ’ê li Fransa û Awisturya dike, girtine.

Li gorî KCDK-E, ev yek erêkirina êrîşên li ser Kurdan ên li Başûrê Kurdistanê jî nîşan dide.

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê di dawiyê de got:

Em vê daxuyaniya ku li pêşiya êrîşên dewleta Tirk ên bi destê çeteyên DAIŞ’ê li ser xaka wan herî zêde tên kirin û bûye sedema mirina gelek kesî, şermezar dikin.”

Back to top button