Hiqûqnas: Di qanûnên navnetewî de têgihek bi navê “tecrîd” tune ye

Der barê tecrîda ku roj bi roj ji aliyê Tirkiyê ve li dijî Rêber Ocalan giran dibe de, parêzerên herêma Cizîrê diyar kir ku dozgeriya Tirkiyê li dijî hemû qanûnên navnetewî û niştimanî ye. Parêzeran destnîşan kir ku di qanûnên navnetewî de tiştekî navê wê tecrîd tune ye û rêbazên dan û standina bi Rêber Ocalan re li dijî qanûnên navnetewî ne. 

Dewleta Tirk hemû qanûn û peymanên navnetewî binpê dike, tecrîdeke girankirî li dijî Rêber Ocalan ferz kiriye û roj bi roj vê tecrîdê girantir dike.

Endamê Yekîtiya Parêzeran a herêma Cizîrê Mehmûd Xilo diyar kir ku dewleta Tirk qanûnên awarte yên binpêkirina mafên mirovan û mafên girtiyên siyasî derdixe.

Xilo eşkere kir ku dewleta Tirk dizane taybetmendiyên Rêber Ocalan ên çareserkirina aloziya Rojhilata Navîn hene, ji lew re tecrîd girantir kiriye.

Hevseroka Yekîtiya Parêzeran a herêma Cizîrê Xedîce Îbrahîm jî diyar kir ku dewleta Tirk li dijî rêber Ocalan siyasetên derqanûnî pêk tîne û ev yek bi binpêkirina rûmeta mirovahiyê bi nav kir.

Back to top button