HRE: li Efrînê 5 çete hatin kuştin û 11 birîndar bûn

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku 5 çete hatine kuştin û 11 jî birîndar bûne.

Hêzên Rizgariyê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li dijî çeteyên Cebha Şamiyê çalakiyeke li dar xist.

Di encamê de, 2 çete hatine kuştin, 4 birîndar bûn û erebeyeke wan hat teqandin.

8’ê Mijdarê jî di saetên şevê de, li taxa Eşrefiyê ya Efrînê Hêzên Rizgariyê li dijî navenda çeteyên Cebha Şamiyê çalakiyeke din li dar xist.

Di encama wê çalakiyê de jî, 3 çete hatin kuştin û 7 brîndar bûn, rewşa 2 ji wan jî giran e.

Hêzên Rizgariya Efrînê piştrast kir ku di her du çalakiyên wan de, 5 çete hatine kuştin û 11 jî birîndar bûne.

Back to top button