10 RÊXISTINÊN ROJHILATÎ XWESTIN KURDÎ BIBE ZIMANÊ PERWERDEYÊ

Sibe an go 21’ê Sibatê roja zimanê Dayîkê ya Cîhanî ye.

10 rêxistinên civakî yên sivîl ên li barajê Merîwanê ya parêzgeha Sine ya rojhilatê Kurdistanê, bi armanca Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, daxuyaniye nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku mirina zimanê dayîkê tê wateya tunekirin netewan û gotin:

“Eger tu rêgezperestiyê li ser ziman, bawerî û hemû aliyên civakê bikî, ev tê wateya tunekirin civakê”.

Li Îranê zimanê Kurdî, Tirkî, Erebî, Belocî û Tirkmenî weke zimanên dayîkê tên zanîn.

Lê li Îranê sîstemek yek-zimanî didin avakirin.

Bi vê sîstemê re dixwzîn tevahî ziman û neteweyên din tune bikin”.

Di dawiya daxuyaniyê de daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê hat kirin û ev tişt hat gotin;

“Em daxwaz dikin ku sîstemekî pirzimanî li Îranê bê avakirin.

Xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî li hemû dibistanên Kurdistanê yên li Îranê bê fermîkirin”.

Leave a Reply

Back to top button