Li paytexta Efxanistan Kabulê, 2 leşker di encama teqînekê de hatin kuştin.
Li gorî agahiyan, di dema derbasbûna erebeyeke leşkerî de, teqînekê rû da.
Polîsên Efxanî da xuyakirin ku di encamê de, 2 leşkeran jiyana xwe ji dest da.
Wezareta Parastinê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku duh bi şev, helîkoptereke MI-17 a artêşa Efxanî, li bajarê Hesarek ê wîlayeta Nengerhar kete xwarê û 2 leşker mirin û 2 jî birîndar bûn.
Li gorî Wezaretê, helîkopter ji ber sedemeke teknîkî ketiye xwarê.