Merkel, Kurz û Macron li ser êrîşên dawiyê civîn pêk anîn

Ewropa li dijî êrîşên radîkal û nijajperest di nava tevgerê de ye.
Serokên Fransa, Awisturya û Almanya ku di rojên derbasbuyî de welatên wan bûn hedefa êrîşan xwestin li dijî êrîşên radîkal yên îslamî têkoşîneke xurt bê dayîn.

Seroka Almanyayê Angela Merkel, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Awisturyayê Sebastian Kurz, Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte, Seroka Komîsyona YE Ûrsûla Von Dere Leyen û Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Charles Michel bi konferanseke video li ser êrîşên ku di hefteyên dawîyê de pêk hatin, nîqaşkirin.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Awisturyayê Sebastian Kurz diyar kirin divê sînorên derve yên Yekîtiya Ewropayê baş bên control kirin.

Emmanuel Macron destnîşan kir, divê sînorên navxwe yên YE ‘yê bên nû kirin û guhertin û got,

“Ger em qanûnên Schengen nû nekin em nikarin sînorên xwe vekirî bihêlin.”

Sebastian Kurz jî diyar kir ku bi hezaran îslamiyên radîkal yên xetere li Ewropayê ne û got,

“Ev weke bombeyên bi saet in. Radîkalên ku li Sûriye û Iraqê ji bo DAIŞ’ê şer kirine ku vegerin Ewropayê divê azadiyên wan bên sînordarkirin.”

Angela Merkel jî da zanîn ku divê mijara têkoşîna li dijî îslamiyên radîkal bi welatên misilman re bê nîqaş kirin û diyar kir ji bo ku pêşî li tundrewiya li mizgeftan bê girtin perwerdeya melayan li welatên Yekîtiya Ewropayê girîng e.

Almanya wê derbasûna meleyên Erdogan qedexe bike

Charles Michel jî diyar kir ji bo pêşî girtina terorê û kîndariyê divê enstutiya Ewropa ya perwerdekirina melayan bê avakirin.
Michel da zanîn wê bi rêya van enstutiyan peyamên xweşbinî bên belavkirin û ji bo têkoşîna li dijî çalakî û peyamên kîndar wê bibin alîkar.

Bi serokatiya Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê Horst Seehofer ji ber vîrûsa coronayê bi rêya video, Konferansa Îslamê pêk hat.

Seehofer di konferansê de axivî û got, “Eger Ewropa êdî welatê misilmanane jî wê demê divê deriyê xwe ji destwerdan û bandora ji derve bigire.”

Seehofer got, “Armanca me ya destpêkê ew e ku ji Tirkiyê meleyan wernegirin.”

Back to top button