Rojnamevanên Başûrê Kurdistanê: PDK şerê wekaletê dike

Rojnamevan, rewşenbîr, karker, peşmerge û hemû xelkên Başûrê Kurdistanê li dijî hewldanên PDK’ê yên derxistina şerê navxweyî derdikevin. Rojnamevanên Başûrê Kurdistanê diyar kir ku PDK şerê wekaletê dike û bang li PDK’ê kir ku êdî ji şerê navxweyî re nema pêşengtiyê bike, ji ber ku Kurdan berî niha ji ber vî şerê naxweyî destketiyên xwe wenda kirine.

Rojnamevanên Herêma Germîyan a Başûrê Kurdistanê têkildarî egera rûdana şerê navxweyî û ziyanên wê, axivîn.

Rojnamevan Şaho Îbrahîm diyar kir di dîroka Başûrê Kurdistanê de PDK’ê her tim pêşengtiyê ji şerê Kurd bi Kurdan re kiriye û wiha got:

Niha PDK li ser daxwaza Tirkiyê, dixwaze şerê wekaletê bike.

Dixwaze bi vî şerî, him plana Şengalê bibe serî, him jî hîn zêdetir xwe bi Tirkiyê ve bide qebûlkirin.

Şaho têkoşîna PKK’ê ya li dijî DAIŞ’ê bi bîr xist û anî ziman ku:

Yên li hember DAIŞ’ê li kêleka pêşmergeyan, xelkên Başûr parast PKK bû. Divê mirov vê yekê ji bîr neke û şerê birakujiyê wê hemû Kurdan bide wendakirin.

“PDK rê ji dewleta Tirk re vekir da gundên Başûr dagir bike”

Rojnamevan Zimnako Yehya jî li ser heman mijarê axivî û diyar kir ku niha gotegotên şerê di navbera PDK û PKK’ê de zêde bûne û PDK, PKK’ê bi valakirina sedan gund sucdar dike.

Li gorî Yehya, PDK bi xwe bûye sedem ku bi sedan gund vala bibin, ji ber rê dide derbasbûna artêşa Tirk.

Rojnamevan Ehmed Hemîd jî da zanîn ku ji serdema mîrnişînan heta îro, Kurdan ji ber şerê navxweyî her xwe wenda kirine û nebûne xwedî statûyek, ji lew re, divê êdî partiyên Kurd ji bin xizmeta Îran û Tirkiyê derkevin û ji dîrokê sûd bigirin.

Back to top button