Misir ragihand ku ew li dijî gef û metirsiyên li Deryaya Spî wê li kêleka Yûnanistanê bisekinin.
Îro Serokomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî serdana paytexta Yûnanistanê Etînayê kir û bi serokomara welêt Katrina Skalaropolo re civiya.
Ebdulfetah El-Sîsî diyar kir ku têkiliyên Misir bi Yûnanistanê re pir pêşketine û bal kişand li ser girîngiya peymana destnîşankirina sînorên deryayî navbera Misir û Yûnanistanê.
El-Sîsî destnîşan kir ku Misir li dijî çi gef û metirsiyekê li Deryaya Spî wê li kêleka Yûnanistanê bisekine.
Serokomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî got ku lihevkirin çêbû ku em û Yûnanistanê bi welatên hevbend re li dijî hemû gefên ser ewlehiya herêmê xwe biparêzin.
Di 6’ê tebaxa çûyî de hikûmetên Misir û Yûnanistanê herêma aborî li Deryaya Spî navbera xwe destnîşan kir, ev jî li dijî destgaviyên Tirkiyê li deryayê hat.