LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ SÎSTEMA PIR-ZIMANÎ Û PIR-ÇANDÎ HATIYE AVAKIRIN

Zimanê Mirov hebûna Mirov e.

Îro Roja cîhanî ya zimanê dayîkê ye.

Wateya vê rojê çi ye û bi şoreşa pirzimanî û pirçandiyê çawa mohra xwe li şoreşa Rojava da ?.

Zimanzanekî navdar li ser ziman wiha dibêje;

Zimanê neteweyekê giyana wê yê neteweyê ye, giyana wê jî zimanê wê ye.

21 sibatê roja cîhanî ya zimanê dayîkê ye.

Ev roj ji aliyê Neteweyên Yekbûyî weke “Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê” hatiye pejirandin.

21’ê Sibata sala 1952’an xwendevanên Bangladeşî li dijî rejîma Pakistanê ji bo naskirina zimanê bengledî, xwepêşandan li dar xistin.

Piştî serxwebûna Bangladeşê, ev roj weke “Roja Pakrewanên Zimên” hersal hat pîrozkirin.

Sala 1999´an UNESCO’yê li ser pêşniyara Bangladeşê ev roj weke roja cîhanî ya zimanê dayikê qebûl kir.

Bi şoreşa Rojava re, zimanê Kurdî yê ku ji aliyê dagirkeran ve hatibû qedexekirin, jinûve hat vejînkirin.

Şoreşa di nava şoreşê de.

Sala 2012’an yekemîn dibistana bi zimanê Kurdî li Gundê Duraqliya ya navçeya Şerra ya Efrînê hat vekirin.

Çirûska yekemîn li wir dest pê kir.

Li ser vî bingehî sala 2015’an sîstema perwerdeya pir-zimanî û pir-çandî li bakurê Sûrî hat ragihandin.

Bi dehan dibistan û peymangeh bi zimanê Kurdî hatin vekirin.

Yekemîn fakulteya ziman û wêjeya Kurdî li bakurê Sûrî li zanîgeha Efrînê hat vekirin.

Her wiha mûfredatên dibistanan, ji refa 1’ê heta amadeyî, bi zimanê Kurdî hatin amadekirin û li Efrînê hat dayîn.

Niha tevahî gelên bakur û rojhilatê Sûrî, li ser bingeha parastina zimanê xwe yê dayîkê, perwerdeya xwe bi awayekî azad dibînin.

Suryanî, Erebî û Kurdî.

Ji bo parastina zimanê Kurdî, zimanzanên weke Celadet Elî Bedirxan, Qenatê Kurdo, Osman Sebrî û bi dehan zimanzanên din, kedeke mezin dane..

Herî dawî jî 13’ê Sibatê 2019’an yek ji xebatkarên zimanê Kurdî, mamsote Egîd Cîlo bi qezayeke trafîkê şehîd bû.

Egîd Cîlo yek ji pêşengên şoreşa Zimanê Kurdî û perwerdeya civaka demokratîk bû..

Niha jî xewn û xeyalên van kesên gewre li bakur û rojihilatê Sûrî pêk tên û dibin heqîqet..

Leave a Reply

Back to top button