56 rêxistinên Başûr li ber şer rabûn û banga dawîkirina aloziyê kirin

Bertekên li dijî hewldanên PDK’ê yên derxistina şerê navxweyî roj bi roj zêde dibin.
56 rêxistinên civaka sivîl ên Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê li ber hewldanên şer rabûn û banga bi dawîkirina aloziyê kirin.
Rêxistinan bang li aliyê Kurd hemuyan kirin ku ders û ezmûnê ji şerê navxweyî werbigirin.

PDK, bi piştigiriya dewleta Tirk a dagirker li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê amadekariyên şer didomîne. Bertekên gelê Kurdistanê jî li hember vê hewldana PDK’ê her diçe zêde dibe.

56 Rêxistinên Civaka Sivîl yên başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevpar li ber şerê navxweyî rabûn û banga dawîkirina aloziyê kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin şerê navxweyî ji malwêraniyê zêdetir tiştekî din bi xwere nayîne û wiha hat gotin,

“Gelê Kurd bi taybetî jî gelê Başûrê Kurdistanê ji ber şer, komkujî, hemû qrîzên aborî, siyasî westiyaye û êdî nikare xwe li şerekî rabigire. Dewletên faşîst yên herêmê wê sûdê ji vî şerî bigirin. Kurd jî wê tenê jê zirarê bibînin. Dewletên dagirker mafên sereke yên gelê Kurd nasnakin, rê nadin Kurd bi zimanê xwe baxivin. Ev dewletan her roj gund û bajarên Kurdistanê bombebaran dikin. Tevî ku gelê Kurd li hemû rengên zilmê û komkujî dîtiye lê partiyên Kurd derj ji vê wernegirtine û çend caran gel xistine nava şerê xwe kujiyê.”

Daxuyaniyê de hat gotin şerê navxweyî ji bo gelê Kurdistanê malwêraniye û wê dijmin jê feydê bibîne, divê parlemento û kesên berpirs bicivin şerê navxwe qedexe bikin.

Di daxuyaniyê de bang li aliyan hat kirin ku bi nîqaşan pirsgirêkan çareser bikin.

Back to top button