Girtiyê nexweş Pektaş jiyana xwe ji dest da

Li girtîgehên Tirkiyê, girtiyê nexweş Sitki Pektaş ku 28 salan girtîbû, li Girtîgeha Tekirdagê ya Tîpa F jiyana xwe ji dest da.

Hate ragihandin ku girtiyê nexweş Sitki Pektaş ji ber xwîn ji mîdeya wî hatiye, ew rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya bajarê Edîrneyê.

Lê Pektaş duh êvarî jiyana xwe ji dest da û îro saet 12’ê nîvro li gundê Dîlek ê navçeya Yeşîlyûrt a Meletiyê bê veşartin.

Dewleta Tirk kesê nexweş û temen mezin bê wan berde û derman bike, wan ji mirinê re rû bi rû dihêle û gelek kesan di hundirê girtîgehên wê de jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button