Rûsya idiayên Erdogan ên tevlîbûna hêzên aştiyê red kirin

Rûsya îdiayên Erdogan ku welatî wî dê tevlî hêzên parastina aştiyê li Qerebaxê bibe, red kirin.. NY jî li şandina dewleta Tirk a çeteyan bo Qerebaxê mukur hat û bang li Enqereyê kir ku çeteyên xwe bi paş de vekişîne.

Rûsya îdiayên Erdogan ên tevlîbûna Tirkiyê di hêzên parastina aştiyê de li Qerebaxê red kirin..

Kremlînê piştrast kir ku tiştekî wisa di lihevkirina sêalî ya Rûsya, Azerbaycan û Ermenistanê de nehatiye.

Berî niha serokkomarê Tirkiyê Erdogan ragihandibû wê Tirkiyê li rex Rûsyayê cihê xwe di hêzên parastina aştiyê de bigire.

Tirkiyê her wiha idia kir ku ew ê li gel Rûsyayê mekanîzmeya agirbesta li Qerbebaxê ji navendeke çavdêriyê ya hevbeş, bi rê ve bibe.

Lê berdevkê serokatiya Rûsyayê Dmitry Peskov teqez kir ku hersê aliyan li ser hebûna leşkerên Tirk li Qerebaxê li hev nekiriye.

10 vê mehê, Rûsya, Azerbaycan û Ermenistanê li ser bidawîkirina şerê Qerebaxê lihevkirinek îmze kir.

Li gorî wê jî, hêzên parastina aştiyê yên Rûsî li wir hatin bicihkirin.

Ev gav piştî şerine dijwar ku 6 hefteyan dirêj kir, hat avêtin.

Hêrsa Ermenan careke din li kolanan bilind bû

Li gel belavkirina van hêzan, muxalefeta Ermen seferberiya xwe li dijî serokwezîr Nîkol Paşinyan giran kir û bi hezaran xwepêşander duh li Yerîvanê herikîn meydanan.

Di nav de kesayetine siyasî jî hebûn, hejmarek xwepêşander hat binçavkirin, berî polîs rê bide xwepêşandanê ku dewam bibe.

Jixwe gel û muxalefeta Ermen yekser serokwezîr Paşinyan bi têkçûna şerê li Qerebaxê tawanbar kir, ku piştî îmzekirina lihevkirinê jî bi sedan xwepêşander êrîşî navendên hikumet û parlamenê kir.

Lê vê yekê kêfxweşiyek mezin li kolanên Azerbeycana ku dewleta Tirk li pişta wê ye, raber kir.

Girêdayî lihevkirinê, ji New Yorka Amerîkayê çavkaniyine diplomasî eşkere kir ku Konseya Ewlekariyê ya NY civîneke ne fermî ji bo lihevkirina sêalî, li ser daxwaza Rûsyayê li dar xistiye.

Lê diplomatan tiştekî din der barê hûrguliyên civînê de bi par ve nekir.

NY bang li Tirkiyê kir ku çeteyên xwe ji Qerebaxê vekişîne

Gelo wê ev lihevkirin rê li ber şer bigire yan wê şerekî nû bide rûdan, nemaze ku hîna çeteyên dewleta Tirk li herêma şer in..

Têkildarî vê mijarê NY daxuyaniyek da û li şandina çeteyan ji aliyê Tirkiyê ve mukur hat, ku Tirkiyê wan weke leşkerên kirêgirtî şandine Qerebaxê.

NY bang li Enqereyê kir ku demildest van çeteyan bi paş de bikişîne.

Back to top button