Aloziya Lîbyayê di nava 18 mehan de wê hilbijartin werin lidarxistin

Di çarçoveya xebatên ji bo çareseriya aloziya Lîbyayê, danûstandinên aliyên Lîbî li Tûnisê dewam dikin.
Aliyên Lîbî li ser diyar kirina dema lidarxistina hilbijartinan lihevkirin.

Nûnera NY Stephanie Williams piştrast kir herdu aliyên Lîbyayê di civînên li Tunisê de li hev kir ku ew ê rêveberiyê bikin yek.

Li gorî nûnera NY wê hilbijartinên serokatî û parlamenê di nava 18 mehan de werin lidarxistin.

Ev 3 roj in danûstandinên Lîbî-Lîbî li Tûnisê dewam dikin, kestayetên amade bûne ji gelek deverên Lîbyayê ne û ji aliyê Netewên Yekbûyî ve hatine vexwendin.

Di civînên komîteya leşkerî de li ser piraniya xalan lihevkirin pêk hat

Li aliyê din jî, îro Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku li Sirtê di civînên Komîteya Leşkerî ya Hevbeş de li ser piraniya xalan lihevkirin pêk hatiye.

Hat gotin ku ji bo pêkanîna agirbestê wê navenda Komîteya Leşkerî ya Hevbeş li Sirtê were avakirin.

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê got ku li ser derxistina hemû çeteyên biyanî ji Lîbyayê lihevkirin pêk hatiye

Back to top button