Hikûmeta Awisturyayê 70 kesên biguman girtine

Hikûmeta Awisturyayê 70 kesên ku tê angaştkirin girêdayî Hemas û Îxwanan in, girtine û niha di lêpirsînê de ne. Di vê çarçoveyê de jî, hikumeta Awisturyayî tawana bi navê “Îslama Siyasî” derxist.

Di çarçoveya serdegirtinên hêzên ewlekariyê de, 60 avahî ku di nav de nivîsgeh hene, hatin venêrandin û zêdeyî 70 kesî niha di lêpirsînan de ne.

Her wiha fermana hiştina 30 kesên din bo lêpirsînê hate dayîn.

Nûnerên Dozxwaziya Giştî ya Awisturyayê da xuyakirin ku ev kes piştî êrîşên tundrew hatine binçavkirin û guman heye ku girêdayî Ixwan û Tevgera Hemasê bin.

Li gorî Nûneran, lêpirsîn der barê kirinên terorîst, avakirina rêxistinên sûcan, spîkirina pereyan û hin sûcên din de ye.

Hefteya borî li paytexta Awisturya Viyanayê, êrîş li dijî sivîlan pêk hatibû. Tê de jimareke mirovên bêsûc hatin kuştin û birîndarkirin.

Awisturya tawana “Îslama Siyasî” ragihand

Di vê çarçoveyê de, hikumeta Awistryayê duh tawana bi navê “Îslama Siyasî” ragihand.

Li gorî vê tawanê, kesên tawanbar wê heta hetayî di zindanan bimînin û eger hatin berdan jî wê li jêr çavdêriya elktronîk bin.

Parlamena Awistryayê ragihand ku rêkarên dê di Çileyê de bo dengdanê werin pêşberî palamenê, wê duşaxî bin, ku:

“Terorîstên tawanbarkirî û yên wan bi rê ve dibin, werin armanckirin.

Her wiha dê ev kes ji welatîbûyîna Awisturyayî werin bêparkirin”.

 

https://bit.ly/3nkyQ6b

Back to top button