88 kes bi vîrûsê ketin û 4 jiyana xwe ji dest da

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand ku 88 kesên din li herêmê bi vîrûsê ketin. 

Hevserokê Desteyê Ciwan Mistefa ragihand, di 24 saetên dawî de, 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 88 kes jî pê ketin.

Ciwan eşkere kir jî ku 13 kes ji vîrûsê baş bûne.

Bi vê jimara nû re, li herêmê jimara pêketiyên vîrûsê nêzî 6 hezarî dibe, lê jimara kesên ji vîrûsê baş dibin jî roj bi roj zêde dibe.

Ji ber hebûn û metirsiya wê li herêmê jî, qedexeya beşî hatiye ragihandin.

Back to top button