Hikumeta Şamê topbarana xwe li ser Başûrê Idlibê didomîne

Li gel firîna balafirên Rûsî li ser Idlibê, hêzên hikumeta Şamê topbarana xwe li ser Başûrê Idlibê didomîne.

Li gorî Çavdêriya Sûrî, îro hêzên hikumetê bi giranî bajarokên Sifûhin, El-Fitêra, Filêfil û Benîn topbaran kirin.

Çavdêriyê her wiha da zanîn ku duh jî, çeteyan bi zêdeyî 25 mûşekan êrîşî nuqteyên hêzên hikumetê li bajarê Kefer Nûbil û derdora wê kir.

Li Babê ji ber mûşekeke nenas teqînek mezin pêk hat

Li aliyekî din ê Sûriyê, di encama avêtina mûşekeke nenas de teqîneke mezin li Babê pêk hat.

Çavdêriya Sûrî ragihand ku îro ji ber mûşekeke nenas bi ser nuqteyeke çeteyên dewleta Tirk li nêzî çerxereya El-Merweha de ket, teqînek mezin pêk hat.

Di encamê de, zirarên madî çêbûn û derbarê kuştî û birîndaran Çavdêriyê ti agahî nedan.

Back to top button