Li Helebê qurbaniyên komkujiya Sînemaya Amûdê hatin bibîranîn

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk û xwendekarên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi daxuyaniyan komkujiya Sînemaya Amûdê bi bîr anî.

Endama Rêveberiya Dibistanan Eyşe Hesen daxuyaniya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk xwend.

Eyşe têkoşîna gelê Kurd li dijî siyasetên qirkirinê bi bîr xist û destnîşan kir ku ruxmî komkujî û qirkirinan dîroka gelê Kurd tijî berxwedan û serkeftin e.

Daxuyaniya xwendekaran jî ji aliyê Sêvîn Korş ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku komkujiya Amûdê, komployek qirêjî li dijî vîna zarokan bû.

Sînemaya Amûdê sala 1960’an bi zanabûn hate şewitandin û 280 zarok bûn qurbanî, hinek ji wan şewitîn.

Back to top button