Lûîgî Lûcchî: Dema azadiya Rêberê Kurdan Abdullah Ocalan hatiye

Şaredariya bajarê Berceto yê Îtalyayê ku par welatîbûna rûmetê dabû Rêber Ocalan, banga azadiya Ocalan kir.

Şaredarê bajarê Berceto yê Îtalyayê Lûîgî Lûcchî daxwaza azadiya Rêber Ocalan kir.

Lûcchî destnîşna kir ku Abdullah Ocalan ev 21 sal in ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêşniyaran dike.

Lûcchî diyar kir ku divê dinya modela jiyana hevpar a gelên li Rojava cidî bişopîne û got ku ev model dikare bibe mînak.

Şaredariya Bercetoyê par welatîbûna rûmetê dabû Rêber Ocalan.

Navê Sekretara Giştî ya Partiya Sûriyê ya Paşerojê Hevrîn Xelef jî li pirekê kiribû.

Rayedarên Tirk piştî merasîma welatîbûna rûmetê ya Abdullah Ocalan nerazîbûn nîşanî Bercetoyê dabûn.

Şaredarê bajarê Berceto yê Îtalyayê Lûîgî Lûcchî jî têkildarî vê nerazîbûnê wiha gotibû:

“Yên ku nerazîbûnê nîşan didin ew hêz in ku demokrasî têk birine.

Careke din eşkere bû ku tişta me kiriye rast e.”

Back to top button