Li Cindirêsê dagirkeran piştî stndina pereyan jina 55 salî berdan

Li Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker piştî standina pereyan jineke 55 salî ku revandibûn, berdan.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê- Sûrî ragihand ku çeteyan duh piştî standina 2 hezar dolar, jina bi navê Ufe Sîdo(55) ya ji gundê Kûra yê Cidirêsê berdan.

Rêxistinê da zanîn ku beriya du mehan dema Ufe serdana keça xwe ya li bajarê Efrînê kir, hatibû revandin.

Dagirkeran li navçeya Şera kampek nû ava kir

Li aliyê din bi armanca guhartina demografiya Efrînê û bi cihkirina 70 malbatên çeteyan, dagirkeriya Tirk kampeke nû li gundê Baflonê yê Şera ava kir.

Rêxistinê da zanîn piştî koçberkirina şêniyên gundê Baflonê yên Êzidî, dagirkeran çeteyên xwe li gund bicihkirine û kampeke nû li derdora gund ava kir.

Back to top button