Parlementa Danîmarkayê: Êrîşên li ser Kurdên Sûriyê nayên qebûlkirin

Cara yekemîn, Parlemena Danîmarkayê êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk li ser bakurê Sûriyê şermezar kir.
Parlemenê bang li hikûmeta Danîmarkayê kir ku piştgiriyê bide cezayên Yekîtiya Ewropayê yên li ser Tirkiyê.

Li ser dewamkirina êrîşên dewleta Tirk yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Parlemena Danîmarkayê nerazîbûna nîşan da.

Parlemena Danîmarkayê destnîşan kir ku êrîşên Tirkiyê ser herêmên Kurdan yên li Sûriyê nayên qebûlkirin.

Parlementa Danîmarkayê: Divê hikûmet piştgiriyê bide cezayên Yekîtiya Ewropayê yên li dijî Tirkiyê

Li dijî êrîşên tundraw yên li Fransayê, Parlemena Danîmarkayê piştgiriya xwe ji bo Fransayê nîşan da.

Parlemenê bang li hikûmetê kir ku piştgiriyê bide cezayên Yekîtiya Ewropayê yên li ser Tirkiyê.

Back to top button