Rêveberiya Xweser 30 zarokên sêwî yên DAIŞ’ê yên Rûsî radestî hikumeta wan kir

Rêveberiya Xweser 30 zarokên sêwî yên malbetên çeteyên DAIŞ’ê radestî Hikumeta Rûsyayê kirin.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navenda xwe ya li bajaré Qamişlo 30 zarokên sêwî radestî Endamên Komeserîya Mafê zarokan ya Seroketiya Rûsya, kir.

Têkildarî mijarê di daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdilkerîm Umer diyar kir ku piştî protokolên pêwîst îro zarokên çeteyên DAIŞ’ê yên Rûsî ku temenê wan di navberî 2-16 salî radestî hikumeta wan dikin.

Di daxuyaniyê de endamên Komeserîya Mafê Zarokan a Seroketiya Rûsya Larîse Nîkola Yêvêne û Yêlîne Alksandrovîn diyar kir ku ev zêdetirî salekêye ji bo zarokên Rûsî veguhêzin Rûsya bi Rêveberiya Xweser re di nava Têkiliyan de ne.

Li ser xebatên rêveberiya xweser ya ku hewl didin zarokan bighînin welatên wan spasiya Rêveberiya xweser hat kirin.

Back to top button