Çeteyan 4 sivîlên din ji navçeya Mabata ya Efrînê revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Emara ya girêdayî navçeya Mabata ya Efrînê 4 sivîl revand.

Li gorî ANHA’yê, çavkaniyan ji Efrînê ragihandin ku çeteyên navê “Nixba” li xwe dikin ku girêdayî dewleta Tirk a dagirker in, li Efrînê 4 sivîl ji gundê Emara ya navçeya Mabata ya Efrînê revandin.

Li gorî çavkaniyan navên kesên hatine revandin ev in: Alî Mistefa, Hanan Mistefa, Mistefa Hanif û Henîf Îbrahim.

Çeteyan 3 sivîl li beramberî fidyeyê berdan

Çeteyên “Cebha El-Şamiya” ya girêdayî dewletên Tirk a dagirker demên berê Reşîd Qasim, Mihemed Elî Neisan û Ramî Îbrahîm ji navçeya Mabata ya kantona Efrînê revandibûn.

Çeteyan her 3 kes ku endamên meclisên herêmî yên ku dagirkeran ava kirine, li beramberî fidyeya bi mîqdarê hezar lîreyên tirkî ji bo her yekî berdan.

Back to top button