“Artêşa Tirk a dagirker Girê Spî topbaran kir, leşkerekî hikumetê birîndar bû”

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe careke din gundên Girê Spî topbaran kirin.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe duh saetên şevê, gundên Qizelî, Erîda, Kor Hesen, Bîrkino û Silîp ên bajarê Girê Spî bi dijwarî topbaran kirin.

Li gorî agahiyan, di êrîşên li ser gundên Silîp û Qizelî de leşkerekî hêzên hikumeta Şamê birîndar bû.

Berî 3 rojan jî, Artêşa dagirker bi çekên giran êrîşî gundê Ebdik Sexîr yê li rojavayê heman bajarê kiribû û malên sivîlan û nuqteyên hêzên hikumeta Şamê kiribûn armanc.

Back to top button