Komîsyona Azadiya Olan a Navnetewî serdana minbicê kir

Cîgira Serokê Komîsyona Azadiya Olan a Navneteweyî ya Amerîkayê Nadine Menza serdana Minbic kir.

Nadine Menza piştî serdana saziyên Rêveberiya Sivîl a Minbic û gundewarên wê, kongreyeke çapemeniyê li dar xist.

Nadine kêfxweşiya xwe bi vê serdanê anî ziman û tecrubeya li van herêmên ji çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin ji yên din cudatir dît.

Nûnera Amerîkî pesnê cudabûna vê tecrubeyê da ku hemû ol û bawerî bi azadî û rêzdarî bi hev re dijîn û hêvî kir malbatên xirîstiyan ên dema êrîşên DAIŞ’ê reviyan, vegerin bajêr.

Nadine her wiha pesnê rola jinê jî di saziyên Rêveberiya Sivîl de da.

Ji ber gefên dewleta Tirk li pêş van rêveberiyên sivîl dibin asteng, Nadine pêwîstî bi naskirina siyasî dît û soz da ew ê birêvberiya Amerîkayê bi vê yekê agahdar bike.

Back to top button