MEZLUM EBDÎ: ME STRATEJIYA PIŞTÎ TUNEKIRINA DAIŞ’Ê DIYAR KIR

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî, diyar kir ku şerê eniyê yê bi DAÎŞ’ê re xelas bû, lê ji bo tunekirina çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê hişmendî û bîrdozî ve stratejiyek nû hatî diyarkirin.

Ebdi got:

Ev stratejî wê li ser du pêngavan pêk bê. Pêngava yekem wê li dijî xeta fikrî ya DAÎŞ’ê pêş bikeve. Pêngava duyemîn wê di milê bîrdozî û fikrî de pêş bikeve.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê Mazlum Ebdî ji Ajansa Mezopotamya re axivî.

Mazlum Ebdî diyar kir ku piştî şerê li dijî DAIŞ’ê stratejiya piştî DAÎŞ’ê ya li herêmê diyar kirin û got:

Yekemîn şerê me yê li dijî DAIŞ’ê di 1’ê Çileya 2014’an de li Til Hemisê dest pê kir.

Ji wê rojê heta niha em li dijî DAIŞ’ê şer dikin.

Niha gundê Boxazê yê Dêra Zorê me çeeyên DAIŞ’ê asê kirine.

Mazlum Ebdî li ser mijara rizgarkirina sivîlan jî wiha got;

Ji ber ku sivîl li vir hene em hasas nêzîk dibin.

Şerê me yê niha ji bo rizgarkrina sivîlan e. DAİŞ kêliya xwe ya dawî dijî. Çend saet û kêlî maye ku DAİŞ biqede.

Her wiha Mezlûm Ebdî li ser pêvajoya piştî tunekirina DAIŞ’ê jî wiha anî ziman;

Piştî şerê li Baxozê biqede wê demê dikarin bêjin şerê eniyê yê li dijî DAIŞ’ê jî diqede.

Lê nayê wê wateyê DAİŞ di milê eskerî de xwe bi rêxistin nake.

Niha DAİŞ hebûna xwe di milê hişmendî û ideolojik de berdewam dike.

Ji bo bi temamî tunekirina DAIŞ’ê me stratejiyek nû diyar kir.

PÊNGAVA YEKEMÎN WÊ DI ALIYÊ FIKIRÎ DE PÊŞ BIKEVE

Ev stratejî wê li ser du pêngavan pêk bê. Pêngava yekem wê li dijî xeta fikrî ya DAÎŞ’ê pêş bikeve.

li Herêma Bakur û Rojhilat Sûrî bi hezaran dildarên DAÎŞ’ê hene û bi taybet li çemê Xabûrê û sînorê Iraq û Suriyê.

Li gorî vê yekê em ê operyonên ewlehiyê yên berfireh pêk bînin. Ev yek wê bi alîkariya koalîsyonê pêk were.

Wekî bere dê hemû hêzên me di van operasyonan de cih negire.

Derbarê pêngava duyemîn a bi fikr û bîrdoziya DAIŞ’ê Ebdî wiha domand:

DAÎŞ’ê li vê qadê bingehek civakî ava kir.

Kesên ketin bin bandora fikr û bîrdoziya DAIŞ’ê jî hene.

PÊNGAVA DUYEM WÊ DI ALIYÊ BÎRDOZÎ DE BE

Pêngava duyemîn wê di milê bîrdozî û fikrî de pêş bikeve.

Mezlûm Ebdî li ser alîkariya di navbera QSD’ê û hêzên Koalîzyonê wê bi çi rengî be wiha got;

Piştî şerê eskerî yê li dijî DAIŞ’ê bi dawî bibe DYA dê hinek hêza xwe vekişîne.

Dê hin çekên xwe yên giran vekişîne.

Lê têkoşîna me ya li dijî DAİŞ’ê li gorî me diyar kiriye dê bidome.

Têkoşîna me ya li dijî DAIŞ’ê ya milê bîrdozî û rêxistini dê bidome.

Leave a Reply

Back to top button