Mihemed Ebas: Divê PDK li pişt Kurdan be; ne li pişta dijminan be

Sekreterê Giştî yê Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanî Mihemed Ebas diyar kir ku PDK’ê bi van kirinan xizmeta dewleta Tirk a ku dijminê sereke yê kurdan dike. Ebas bang li PDK’ê kir ku li pişta gelê Kurd be, ne li pişta dijmin be û piştrast kir Kurdistan milkê hemû Kurdane û ne ya malbatekê tenê ye.

Sekreterê Giştî yê Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanî Mihemed Ebas der barê kirinên dawî yên PDK’ê ji ajansa nûçeyan ANHA re axivî.

Mihemed Ebas dibîne ku projeyeke dewleta Tirk heye û dixwaze wê li ser erdnîgariya Kurdan pêk bîne.

Li gorî Ebas, ev yek jî bi dagirkirina vê erdnîgariyê pêkan e.

Mihemed Ebas da zanîn ku divê PDK’ê astengî û nakokiyan rake û li ser maseya diyalogê rûne.

Mihemed Ebas teqez kir ku nabe tu hêzeke Kurdî bi çi behaneyê, şerê hêzeke din a Kurdî bike.

Di dawiyê de Sekreterê Giştî ya Partiya Kombûna Nîştimanî Mihemed Ebas dibêje, divê PDK bi şervanên HPG’ê serbilind be, ji ber pêşengên azadî û siwarên rojhilat in û şerê dijminê gelê Kurd dikin.

Back to top button