Bi heman boneyê, Partiya Demokratî a Gelan-HDP’ê jî bi daxuyaniyeke zarokên ku di Sînemaya Amûdê de hatin şewitandin bi bîr anî.
HDP’ê got:
Li Sînemaya Şehrazad a Amûdê piraniya wan ji 12 salî biçûktir, zêdeyî 250 zarok şewitîn, jiyana xwe ji dest dan û trajediyeke mezin a mirovî rû da.
HDP ev yek weke encama polîtîkaya dijminane ya li dijî zarokên Kurd û hin xemsariyên bi rêk û pêk, nîşan da.
HDP anî ziman ku ew ê her tim vê komkujiyê şermezar bikin û banga darezandina berpirsyaran kir.
HDP’ê her wiha bal kişand ser têkoşîna zarokên Rojavayê Kurdistanê ya roja îro jî û got:
“Gelê Rojava û şêniyên Amûdê ji bo komkujiyên mîna Sînemayê dubare nebin, ji bo dijminên mirovahiyê û palpiştên wan komkujiyên bi heman rengî nekin, têdikoşin û jiyanê diparêzin.”