KOMÎTEYA PERWERDÊ YA KCK’Ê: EM HETA SERKFTINÊ TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN

Îro roja zimanê dayikê ya Cîhanî ye.

Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê êrîşê li ser ziman weke qrikirina civakî û sûcê mirovahiyê bi nav kir û got,

Em hewldanên qirkirinê mehkûm dikin.

Em ê li hemberî van kiriyaran têkoşîna xwe heya serkeftinê bidomînin.

Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê bi boneya roja zimanê dayikê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Komîtyê roja zimanê dayikê li tevahiya gelan pîroz kir û wiha got,

Zimanê ku bi alîkariya dê û bav, derdor û civaka ku tê mezin dibe, fêr dibe, bi zimanê dayikê tê pênasekirin.

Lê belê mêtîngeriyê ziman, çand û nirxên civakî yên gelên ku bi xwe ve girêdane qedexe kirine.

Bi polîtîkayên bişaftinê re xwestine tine bikin.

Êrîşên ku li ser zimanê dayikê weke qirkirina civakî û sûcê mirovahiyê tê qebûlkirin.

Li cîhanê bi qasî 2500 ziman bi tinebûnê re rûbirû ne.

Gelek zimanên kevanar ên Mezepotamiya têne qedexekirin.

Li Tirkiyê di serî de zimanê Kurdî, gelek zimanên netewên din, di encama polîtîkayên bişaftinê li ber tinebûnê ne.

Zihnyeta qedexeker ku bi salanhatiye meşandin, îro AKP-MHP’ê bi rêbazên herî hovane dewam dike.

Komîteya perwerdeyê ya KCK’ê behsa têkoşîna Kurdan a di ber zimanê xwe de kir û ev tişt anî ziman,

Ziman û çanda Kurdan yek ji zimanên herî kevin ê herêmê ye û di nivîsên mîxî de jî weke ‘Kûrtî’ derbasbûye.

Hewl didin di polîtîkayên bişafinê re derbas bikin.

Têkoşîna ku ji bo axaftin, nivîsandin û jiyîna Kurdî hatî meşandin tevî berdêlên giranbuha jî bênavber dewam kir û hê jî dewam dike.

Di vê têkoşîna birûmet de gelê Kurd di pêşengiya Tevgera Azadiyê û Rêber Apo de mînaka têkoşîneke dîrokî raber dike.

Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê diyar kir ku mexdûriyeteke mezin tê jiyîn.

Di roja zimanê dayikê de bi milyonan zarok nikarin zimanê xwe yê dayikê bikar bînin, nikarin bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde bibînin.

Lewra divê dawî li polîtîkayên bişaftin û sînordarkirinê yên li ser zimanên dayikê were anîn û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî.

Em qirkirina çandî, ziman û qewmî careke mehkûm dikin.

Em weke Tevgera Azadiyê bi mirovahiya pêşverû re didin diyarkirin ku li hemberî van pêkanînan têkoşîna xwe heya serkeftinê bi awayeke bibiryar bidomînin.

Bi hêvî û bendewariya têkoşîna pêşxistina malbateke mirovan û cîhaneke ku hemû cudahî, reng, ziman û çand bi awayeke azad bikarin bijîn.

Leave a Reply

Back to top button