Malbatên şehîdan ên Efrînê siyasetên PDK`ê red kirin

Dayikên şehîdan ên kantona Efrînê bi daxuyaniyekê siyasetên PDK’ê yên li dijî gelê Kurd red kirin.
Sekreterê Giştî yê Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanî Mihemed Ebas jî diyar kir ku PDK’ê bi vê siyaseta xwe xizmeta dewleta Tirk dike.
Ebas bang li PDK’ê kir ku li pişta gelê Kurd, ne li pişta dijmin be.

Çalakî û nerazîbûnê dayikên şehîdan li dijî siyasetên PDK’ê yên li dijî gelê Kurd dewam dikin.

Îro dayikên şehîdan ên kantona Efrînê bi daxuyaniyekê ev siyasetên PDK’ê red kirin.

Daxuyanî li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li bajarokê Til Qirahê yê Şehbayê hat dayîn.

Dayikan diyar kirin ku PDK’ê ji beriya 41 salan ve şerê gelê xwe dike, lihevkirinan bi dagirkerên Kurdistanê re çêdike.

Her wiha bang li şêniyan kir ku li hemberî dewleta Tirk a dagirker li çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe bidin.

Back to top button