Balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bi awayek hemwext gundên Binarê Qendîlê û Biradostê bombebaran kirin.
Di saet 17:00’an de balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker derdora gundên Bêpalan, Urte û Gurgamêş ên Binarê Qendîlê bombebaran kirin.
Di dema êrişê de balefirên keşfê jî li ser asîmanê herêmê digeriyan.
Ji ber bombebarana ku nêzî gundan pêkhat ziyan gihişt xanî û rezên welatiyan. Têkildarî ziyanên giyanî ti zanyariyek zelal bidest neket.
Hemwextê bombebarana gundên Binarê Qendîlê, balefirên Tirk gundên Seqer û Gerwî yên herêma Biradostê jî bombebaran kir.
Hat gotin ji ber êrişê rêya di navbera herdu gundan de xerabûye û welatî nikarin çûnûhatinê bikin.
Li gorî zanyariyên ji herêmê bi dest ketin, ta van kêliyan jî balefirên şer û keşfê li ser asîmanê herêmê digerin.