Li asmanê gundewarê Eyn Îsayê balafirên keşfê yên dewleta Tirk geriyan..
Balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker duh saetên şevê li ser gundê Ebû Sira yê rojavayê navçeya Eyn Îsayê geriyan.
Her wiha balafirine şer li asmanê bajarên Minbic û Reqayê jî geriyan û deng vekirin.
Nehat zanîn balafir ên kijan dewletê ne.
Li Zirganê jî duh careke din artêşa Tirk gundê Enîq El-Hawa yê navçeyê bi çekên giran topbaran kir.
Derbarê ziyanên topbaranê, ti agahî nehatine bidestxistin.
Dagirker û çeteyên xwe her wiha duh êvarî gundên navçeya Şera yên Efrînê jî dan ber topan.
Gundên Malikiyê, Meranaz û Alqemiyê bi giranî hatin armanckirin.
Agahiyên girêdayî encamên topbaranê nehatin bidestxistin.