NY: Hilbijartinên Lîbî dê di 24 kanûna 2021 de li dar bikevin

Aliyên Lîbî di civînên xwe yên dawî de li ser dema hilbijartinan li hev kiriye, hikûmeta Wîfaqê jî hewldanên astengkirina vê gavê dike. Wezîrê Parastinê yê Wîfaqê ragihandiye ku digel Qeterê Protokoleke hevkariya perwerdeyê îmze kiriye, navgînên ragihandinê jî diyar dikin ku naveroka vê Protokolê, derbaskirina artêşa Qeterî ye.

Şandera NY ya li Lîbyayê Stephanie Williams ragihand ku her du aliyên Lîbî li Tûnisê li hev kiriye ku hilbijartinên Parlamen û Serokatiyê 24ê Kanûna 2021’ê li dar bixin.

Sekreterê Giştî yê NY António Guterres jî ev yek weke derfeta herî baş bi nav kir ku niha dema bidawîkirina şerê kambax hatiye û lihevkirina Lîbiyan rêya rast e.

Tevî vê yekê, hin aliyên şer li pêşberî çareserkirina aloziyê astengiyan derdixin.

Herî dawî Wezareta Parastinê ya Qeterî û Wîfaqê peymaneke hevkariyê di warê perwerdekirin û avakirina têkiliyan de îmze kir.

Li gorî vê peymanê, hikûmeta Qeterî wê leşkerên xwe bişîne Lîbyayê û wan li baregehên Wîfaqê bi cih bike, nemaze li baregehên Misratayê.

Ev peymana nû, li gorî benda duyemîn a lihevkirina Cinêvê, betal kiriye.

Ji ber li gorî vê bendê, nabe ji niha û şûn de ti peymanên leşkerî werin îmzekirin.

Xalid El-Mehcûb: Alîgirên Îxwanî hewl didin agirbestê asteng bikin

Di çarçoveyê de, artêşa Nîştimanî ya Lîbî Qeter û Tirkiye tawanbar dike ku yên dawî hewl didin pêvajoya aştiyê ya NY serpereştiya wê dike, birûxînin.

Ji fermandarên artêşa Lîbî Xalid El-Mehcûb jî da zanîn ku Qeter û Tirkiye tewereya leşkerî ya li Lîbyayê asteng dikin û got:

“Hin alîgirên Îxwanî hewl didin lihevkirina agirbestê asteng bikin.

Îxwanî, gotegotan li ser nearambûna welêt belav dikin, bi taybet li ser bajarê Benxazî, da tevliheviyê di nava welatiyan de derxin.”

23ê Cotmeha borî, bi serperiştiya NY li Cinêvê agirbesteke mayînde û vekişîna hemû çeteyên dewleta Tirk ji Lîbyayê hat erêkirin.

Lê danûstandinên li bajarê Sirtê niyeta hikumeta Wîfaqê ya nevekişîna çeteyan nîşan da.

Back to top button