SALIH MUSLIM: DIVÊ HEBÛNA KURDAN DI QADA NAVNETEWEYÎ DE WERE QEBÛLKIRIN

Berpirsê Peynwendiyên Derve yê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku, bi têkbirina DAIŞ’ê re wê Dewleta Tirk bikeve nava krîzan û û wiha got,

Dewleta Tirk bi riya DAIŞ’ê û komên xwe hewl dide Kurdan qir bike.

Ji bo çareserkirina aloziyê divê êdî hebûna Kurdan di qada navneteweyî were qebûlkirin.

Berpirsê Peywendiyên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Salih Muslim têkildarî pêvajoya piştî têkbirina DAIŞ’ê ji ajansa Hawarê re axivî.

Salih Muslim diyar kir ku, destpêkê Divê rê li pêşiya dewletên DAIŞ’ xwedî dikirin bê girtin û wiha got,

Niha Dewleta Tirk hewl dide, kirasê çeteyan li Idlibê biguherîne û wan derbasî Efrînê bike.

Çawa ku Dewleta Tirk destpêka sedsala 20’an Rûm, Ermen, Suryan û Pontos tine kir, niha jî hewl dide Kurdan qir bike.

Têkildarî têkoşîna Kurdan li dijî hişmendiya Dewleta Tirk û DAIŞ’ê Salih Muslim ev tişt got,

Kurdan bi berxwedanên mezin gelek serkeftin bi dest xistin û ji şerê li dijî terorê re bûn pêşneg.

Ev serkeftin li dijî fikirên Dewleta Tirk e.

Salih Muslim mijara girtiyên DAIŞ’ê bibîrxist û destnîşan kir ku, ji ber heta niha statuya bakur û rojhilatê Sûrî nehatiye qebûlkirin mijara van çeteyan jî nehatiye çareserkirin û wiha dewam kir.

“Gelek dewlet dibêjin ji ber ku statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tine ye, em bi wan re nakevin nav danûstandinê.

Ji bo ev çete dîsa tevgera xwe xurt nekin divê çareseriyeke siyasî bê dayîn.

Ji lewre pêwîstiya qebûlkirina navneteweyî heye.”

Heta ku pergala neteweya demokratîk, neyê qebûlkirin, em nikarin deskeftiyên xwe mayînde bikin.

Berpirsê Peywendiyên Derve yên PYD’ê Salih Muslim di dawiyê de, têkçûna Dewleta Tirk bi têkçûna DAIŞ’ê ve girêda û ev tişt anî ziman.

“Pêvajoya têkibirina DAIŞ’ê ji Kobanê dest pê kir û wa li Dêrazorê bi dawî dibe.

Piştî bi dawîbûna Pêmgava li dijî DAIŞ’ê wê li Tirkiyê du mijar dijwar bibin;

Yek wê di Idlibê de çi bike, ya din jî pirsgirêkên di hundirê Tirkiyê de wê bi zelalî eşkere bibin.

Ev pirsgirêk dê li Tirkiyê heya 31’ê Adarê ku hilbijartin dê pêk werin, bimîne.

Piştî vê, wê careke din mijar biteqe.”

Leave a Reply

Back to top button