Hikumeta Netherlandsê pêşniyara ambargoya çekan erê kir

Hikumeta Netherlands (Nezerlands) ango Holanda, pêşniyara YE’yê ya ji bo pêkanîna ambargoya çekan a li ser Tirkiyê qebûl kir.

Li gorî nûçeya BBC’ê, çar partiyên siyasî yên ku bi koalîsyonê hikumeta Netherlands pêk tînin, ji ber hewldanên ji derveyî qanûnê yên li Rojhilatê Deryaya Spî, Lîbya û Qerebaxê, pêşniyara Yekîtiya Ewropayê ya pêkanîna ambargoya çekan a li ser Tirkiyê qebûl kir.

Wezîrê Derve yê Netherlands Stef Blok diyar kir ku wê ji bo mijara ambargoya çekan a li ser Tirkiye, bi hevkarên xwe yên di NATO’yê de bicivin.

Back to top button